Cotmeh 13, 2023 10:45 Asia/Tehran
  • 26’emîn Festîvala Navnetewî ya Gelawêj destpê kir

Li bajarê Silêmaniyê 26’emîn Festîvala Navnetewî ya Gelawêj destpê kir û biryare sê rojan bidome.

Duh li Salona Hotel Ramada ya bajarê Silêmaniyê 26’emîn Festîvala Navnetewî ya Gelawêj ya Çand û Wêjeyê bi dirûşemeya ‘Azadiya Berdewam’ destpê kir. Festîval wê sê rojan bidome. Wê di festîvalê de çendîn helbest bên pêşkeşkirin û li gorî bernameya festîvalê wê çend semîner, helbest, çîrok û lêkolîn wê bên pêşkeşkirin.

Herwiha di bernameya festîvalê de wê hûnermend bi stranên xwe atmosfera festîvalê geş bikin.

Komê di roja yekemîn ya festîvalê de stranên xwe pêşkeşî beşdarvanên festîvalê kirin û wê di roja sêyemîn de jî derkevin ser dike.

Herwiha di roja sêyemîn û dawiyê ya festîvalê de wê xelatên helbest, çîrok, lêkolînên ku di sê rojên festîvalê de hatine pêşkeşkirin wê bên dayîn.

Serepeyv