Îro Roja Rêzgirtina li Hafizê Şîrazî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i344133-Îro_roja_rêzgirtina_li_hafizê_Şîrazî_ye
Îro Pêncşemî, 20ê meha Mêhrê ya sala 1402an a Koça Hetawî (12ê Cotmehê) li Salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Rêzgirtina li Hafizê Şîrazî hatiye binavkirin.
(last modified 2023-10-12T09:30:10+00:00 )
Çirî 12, 2023 12:56 Asia/Tehran
  • Îro Roja Rêzgirtina li Hafizê Şîrazî ye

Îro Pêncşemî, 20ê meha Mêhrê ya sala 1402an a Koça Hetawî (12ê Cotmehê) li Salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Rêzgirtina li Hafizê Şîrazî hatiye binavkirin.

Xwace Şemseddîn Mighemed Behaeddîn Hafizê Şîrazî helbestvanê binavûdeng ê Îran û cîhanê ye ku sedsala 14an a Mîladî jiyaye.

Hafizê Şîrazî Qurana Pîroz ji ber kiribû; loma wek Hafiz dihat binavkirin. Wî bixwe di helbestên xwe amaje bi vê yekê kiriye û gotiye: "Min nedît xweştir ji helbestê te ey Hafiz! / Sond bi Qurana ku di sîngê te da ye"

Dîwana Hafizê Şîrazî pêkhatî ji 500 xezelan û hejmareke helbestên di qaliba Ruba'î, Qet'e û Qesîdeyê ye.

Deqên destnivîs ên helbestên Hafizê Şîrazî li pirtûkxaneyên Îran, Hind, Efxanistan, Pakistan û Tirkiyê hene.

Hafizê Şîrazî di 65 saliyê da koça dawî kir; Peyama Hafizê Şîrazî bo mirov ev e:

"Mirov li vê alema ji axê bi dest nakeve, Divê alemeke din were avakirin û mirov ji nû va were çêkirin"