Cotmeh 11, 2023 09:06 Asia/Tehran
  • Gundiyên Feqiyan, ji bo zivistanê dest bi komkirina berheman kirine

Li gundên Kurdnişîn hîna kevneşopiyên civaka Kurdewarî zindîne û têne berdewamkirin. Şevên dirêj ên werza zivistanê li gel hev derbaz dikin, şevbêrkan lidardixin, çîrok, serpêhatî û dengbêjiyan dibêjin.

Meta Fatim xelkê gundê Feqiyane û li navenda bajarokê Rewandizê jiyan dike, havînan bi tena serê we diçe gund û bi baxçe ve mijûl dibe. Meta Fatim xema zivistanê dike û berhemên havînê ji bo zivistanê ji kur û keçên xwe re kom dike û amade dike.

Meta Fatim li ser banê mala xwe bacan û tirî hişk dike û bi xwe wiha dibêje: “Her sal di vê werza peyîzê de gundî dest bi komkirina berhemên xwe dikin û ji bo şevên dirêj yên zivistanê xwe amade dikin. Fêkiyên weke hêjîr, xox, hirmî, mewîj, guz, doşava (dims) tirî, reçela hêjîran, sehka hinaran û gelek berhemên din ên xwemalî û berê xwe nadin tiştên bazarê.”

Her wiha meta Fatim di dewama axaftina xwe de diyar kir ku îsal tiştekê wê nîne û wiha anî ziman: “Salên borî de me li ser ban berhemên xwe hişk dikir û piştre ji bo werza zivistanê di rakir. Ji ber ku tama berhemên xwemalî gelek xweşe û ji yên bazarê bi tamtirin. Em xwarinên Kurdewarî yên xwe dixwin û berê xwe nadin tiştên hawirde yên li bazarê.”

 

 

Serepeyv