Cotmeh 11, 2023 07:34 Asia/Tehran
  • Li Helebce belgefilma ‘Şaruy henar’ hat nîşandan 

Belgefilma ‘Şaruy henar’ (Bajarê henaran) li Helebce hat nîşandan. Derhênerê belgefilmê diyarkir kir ku kesên ku heta niha hinar neçandibin jî dema li vî belgefilmî temaşekirin, wê bikarin hinar biçînin û berhemek baş jê bidest bixin.

 

Li Rêveberiya Rewşenbîriya Helebce, belgefilma bi navê ‘Şaruy hinar’ ku derhênertiya wî ji aliyê hunermend Selahe Reşe ve hatiye kirin, hat nîşandan.

derhêner Selahe got: Ji berku ez xelkê Helebce me û şarezayê çêkirina baxê hinara me, piştre têkelbûna min a li gel cîhana hunerê de, fikra çêkirina vî filmî ket aqilê min. Ji berku beriya niha ti tiştek wiha li ser nehatiye çêkirin.”

Selahe Reşe diyarkir ku ji dema çandina hinarê heta dawî qonax bi qonax dîmenê wê di film de hatiye kişandin û tevayî dîmenên film li Helebce hatiye kişandin.

Her wiha diyarkir armanca wî ya çêkirina belgefilma li ser hinara ewe ku hîn zêdetir giringî bi kerta çandiniyê bi taybetî jî berhemê hinar were dayîne. Armanc ewe ku welatî bikarin bi awayek zanistî baxên hinaran çêkin.

Di dawiyê de jî Selahe Reşe got ku ger kesek ti carî hinar neçandibe jî, wê bi rêya dîtina vî belgefilmî bikare hinaran biçîne û berhemek baş jê bidestxe.

 

Serepeyv