Cotmeh 09, 2023 15:19 Asia/Tehran
  • ٍEkrana 7 fîlmên Îranî di festîvala Amerîkî de

15emîn dewra Festîvala Navdewletî ya Asya-Amerîkî ya Filadelfiyayê li Amerîkayê, dê mazûvaniya 7 kurtefîlman û her wiha filmên sînemayî ên Komara Îslamî ya Îranê bike.

 

Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Asya-Amerîkî ya Fîladêlfiyayê di sala 2008an de hatiye damezrandin û 15emîn dewra vê festîvalê dê ji 2 heta 12 Mijdar 2023 li bajarê  Fîladêlfiyaya Amerîkayê were lidarxistin.

Di festîvala îsal  de, 7 fîlmên Îranî dê bên nîşandan.  Fîlmên  Gîcgah ji derhêneriya Adil Tebrîzî,

Aban ji derhêneriya Ebas Tahirî û Mehdiye Tûsî,

Şelal ji derhêneriya Emir Elî Sîsîpûr,

Nacî ji derhêneriya Kerîm Ezîmî,

Ketwomen ji derhêneriya Hadî Şêybanî,

Jakaw ji derhêneriya Ferşîd Goyliyan

 û Bê nav  berhema  Îranmêhr Selîmî

dê li Festîvala Navdewletî ya Asya-Amerîkî li Filadelfiyayê werin nîşandan.

 

Serepeyv