Cotmeh 04, 2023 15:28 Asia/Tehran
  • Zanîngeha Harvard, dewreya perwerdeya zimanê Kurdî vekir

Cara yekemîn di dîroka xwe de Zanîngeha Harvard a Emerîkî dewreya perwerdekirina zimanê Kurdî vekir.

 

Zanîngeha Harvard a Emerîkî yekem car di dîroka xwe de piştî xwestekên xwendekarên zanîngehê yên Kurdziman dewreya perwerdekirina zimanê Kurdî vekir.

Zanîngeha Harvard a Emerîka ku zanîngeha lêkolînên taybete, li bajarê Cambridge ê Amer'kayê di 1636′an de hate damezrandin û di nava saziyên herî navdar ên cîhanê ye.

Dewreya vê payîzê vebûye, ne tenê girîngiyê dide perwerdekirina zimanê Kurdî, wê mijarên çand, dîrokî jî werin nîqaşkirin.

Hêjayî gotinêye ku li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) ya beşa ferhengê ya Wikipedia Îngilîziyê, zimanê Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de,  zimanê Farisî, Tirkî û Erebî derbas kir û di rêza 8’emîn a cîhanê de cih girtiye.

 

Serepeyv