Cotmeh 01, 2023 18:35 Asia/Tehran
  • Roja cîhanî ya Qehweyê

Roja Cîhanî ya Qehweyê derfetek e ku meriv qehweyê wekî vexwarinekê bi  rê û rismên curbicur li cîhanê re pêş bixe.

 

 Yekim car  li Mîlanoyê Roja Cîhanî ya Qehweyê yanê 1ê Cotmeha 2015an  hat diyarkirin.

Her weha, ev roja wek derfetekê ji bo pêşxistina bazirganiya qehweyê û zêdekirina hişmendiya li ser berpirsiyariyên hilberînerên qehweyê tê bikar anîn.

 

Encamên dîrokî diyar dikin ku qehwe di destpêka sedsala 15'an de gihîştiye bakurê cîhana îslamî ango Hîcazê (Mekke û Erebistana Siûdî) û ji bo heciyan wekî vexwarinek populer dihat hesibandin. Piştî wê, ew diçe Qahîreyê, ku wê demê di nav bajarên cîhana erebî de.

Demek şûnda Stenbol - wek navenda împaratoriyeke mezintir - ji aliyê nifûsê ve ji Qahîreyê derbas bû û xwezayî ye ku li vî bajarî zêdetir qehwe dihat vexwarin. Piştî çend salan, yekem qehwexaneyên cîhanê li Stenbolê vebûn.

 

Serepeyv