Li Swêdê zêdebûna Kurdan re xwendina kurdî pêşve çû
Îlon 30, 2023 18:24 Asia/Tehran
Akademîsyen û zimanzanê Kurd Reşo Zîlan ragihand ku li Swêdê bi zêdebûna Kurdan re xwendina Kurdî jî zêdetir bû û roj bi roj pêşve çû.
Reşo Zîlan derbarê rewşa zimanê Kurdî û dersên zimanê Kurdî li Swêdê kir.
Reşo Zîlan da zanîn ku cara ewil sala 1975an dersa zimanê Kurdî li Swêdê ketiye bernameya dibistanan. Bi gotina Zîalna li piştî ku dersa zimanê Kurdî li Swêdê ketiye bernameya dibistanan, roj bi roj xwendina Kurdî zêde bûye.
Akademîsyen û zimanzanê Kurd Reşo Zîlan got:
“Di wan salan (1975) de çend malbatên Kurd yên xwedî zarok hatibûn Swêdê. Hewcedariya wan zarokan bi perwerdeya ziman hebû.
Pêwîst bû zarok li gel fêrbûna zimanê Swêdî, zimanê xwe yê zikamkî jî ji bîr nekin. Bi vê re perwerdeya zimanê zikmakî kete destê Kurdan. Bi zêdebûna Krdan re xwendina Kurdî jî zêdetir bû û roj bi roj pêşve çû.”