Îlon 30, 2023 18:04 Asia/Tehran
  • Lîstikên Asyayî yên Hangzhou; Xanima Îranî di fînala 100 metre ya jinan de pileya 7emîn  bi dest xist

Li gorî rapora koma werzîşê ya ajansa nûçeyan a IRIB yê  pêşbirka fînalê ya 100 metre ya jinan a 19`emîn lîstikên Asiyayî, îro Şemiyê 8`ê Cotmehê li navenda werzîşê ya Olîmpiyadê ya bajarê Hangzhouyê hat lidarxistin.

Hemîde Îsmaîlnejad ku bi rêjeya 11.57 saniyeyê karîbû derbasî vê qonaxê bibe, bi rêjeya 11 saniye û 54 sed saniyeyan di rêza heftem de rawestiya.

Ev cara yekem bû ku Îsmaîlnejad di lîstikên Asyayê de derket.

Bezvana din a 100 metre ya Îranê bi navê Ferzane Fesîhî jî bi rekora 11.70 saniyeyê nekarî biçe fînalê û ji lîsteyê derket.

Serepeyv