Îlon 29, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Bijartina belgefîlma xebatên Emîne Şenyaşarê ji bo Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Babolê

Belgefîlma "Ji bo Edaletê" berhema Elîf Yîgît ku xebat û têkoşîna Emîne Şenyaşar a ji bo edaletê rave dike, dê beşdarê 8'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Babolê bibe.

8-emîn  Festîvala Fîlman a Babolê di halê lidarxistinê ye.Belgefîlma têkoşîna Emîne Şenyaşarê  ku ji 9'ê Adara 2021'an û pê ve ji bi edaletê xebatê dike, bi derhêneriya Elîf Yîgît a bi navê "Ji bo Edaletê" ji bo Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Babolê hat şandin.Par derhênera vê belgefîlmê Elîf Yîgît bi belge fîlma  Emîne Şenyaşar xelata Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê wergirtibû.

Her wiha belgefîlma Emîne Şanyaşar ji bo Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duca, 18-emîn  Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Jinên Asya û gelek festîvalên din hat şandin.Amîne Şen Yaşar   di 14’ê Hezîrana 2018’an de di dema xebatên hilbijartinê de hevjîn û 2 kurên wê yên biçûk di encama êria badîgard û û endamên malbata nûnerê berê yê AKP’ê Îbrahîm Xelîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya Ûrfayêji dest daye.

 ji wê demê ve, her roj ji bo  cihanîna  edaletê serî li dîwana dadweriyê dide. Emîne Şenyaşar heta du meh berê niha jî, çend salan her roj li ber avahiya Dadweriya   Rihayê best rûdinişt.

 

Serepeyv