Îlon 29, 2023 09:54 Asia/Tehran
  • Doşava tirî li şarezurê

Li navçeya Şarezur a ser bi Silêmaniyê cotyaran dest bi çinîna tiriyê xwe kiriye. Cotyar li nava rezên xwe de dest bi çêkirina doşava tirî (dims) kirine. Cotyar piraniya doşava xwe ji ya tiriyê reş çêdikin û diyar dikin doşava tiryê reş bi tamtire.

Di derbarê çêkirina doşava tirî de Şewket Hacî Mehmud  wiha dibêje Ji bo çêkirina doşava tirî demek zêde jêre pêwîs te. Em destpêkê tirî diçinîn, piştre wîşiyên wan jê dikin û tiriyê xirabûyî ji nav derdixin. Piştre dişûn û dixin nava mencelek mezin de û dadinîn ser agir. Nêzî 10 saetan li ser agir dimîne dikele heta doşav çêdibe.

Ew zêdetir tiriyê reş dikin doşav, ji berku tama wê xweştire.

Şewket Hacî diyarkir ku ji piştî meha Îlon û şûnde dema çêkirina doşava tiriye 

Serepeyv