Îlon 29, 2023 09:40 Asia/Tehran
  • Destpêkirina mehrîcana  FîlmAmedê

8emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku îsal bi serpereştiya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn tê lidarxistin, îro li Amedê dest pê kir.

Festîvalê dê bi belgefîlma li ser zimanê dayikê yê ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin, dest pê kir.

Di nav derhênerên ku fîlmên wan dê bên nîşandan de derhênerên ji Herêma Kurdistan û Îranê jî hene.

Di festîvala ku dê heta 1ê Çiriya Pêşîn bidome de 31 fîlm werin nîşandan.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê roja Yekşemê 1ê Çiriya Pêşîn bi nîşandana fîlma Rêber Doskî “Sidiq û Panter” bi dawî dibe.

Fîlmên festîvalê dê li salonên Şanoya Bajêr a Amedê, Salona Sînemaya Bezgîn Bekir, Zarok Ma û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê werin nîşandan.

Serepeyv