Îlon 24, 2023 15:49 Asia/Tehran
  • Tîma Neteweyî ya Guleşta Ferengî ya Îranê li cîhanê bû duyem

Tîma Neteweyî ya Guleşta Ferengî ya Îranê piştî Komara Azerbaycqanê di Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Qaremaniya Cîhanî-2023an da li Bêlgradêî bû duyem.

Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Qaremaniya Cîhanî-2023an wek bijartina Olempîka Tokyoyê ji 21ê Îlonê va li Salûna Ştark-Arênayê ya bajarê Bêlgradê dest pê bûn û îşev bi dawî tên.

Tîma Neteweyî ya Guleşta Ferengî ya Îranê bêyî hesabkirina encamên sê giraniyên dawiyê bi wergirtina mîdaleke zêr, zîvek û 2 bronzan û 87 puenan û bi 17 puenan zêdetir ji guleştgirên Komara Azerbaycanê di rêza yekem da ye; lê li gorî xebata guleştgirên Îranê di sê giraniyên dawî da nikare bibe qareman.

Tîma Komara Azerbaycanê bi hebûna du fînalîstan û şanseke bronz di8kare herî kêm 46 puenan bi dest bixe; lê Tîma Neteweyî ya Guleşta Ferengî ya Îranê bi 87 puenan tenê bi şansê Muhemedreza Gerayî ji bo mîdala bronz niokare bibe qareman.

Li gorîş xişteya pêşbirkan, Komara Azerbaycanê, Îran û Tirkiye bi rêzê di pileyên yekem heta sisêyan da ne.

Tîma Neteweyî ya Guleşta Ferengî ya Îranê sala par bi rahêneriya Muhemed Benna bi du zîv û bronzekê û 81 puenan bûbû çarem.

 

Serepeyv