Îlon 20, 2023 12:38 Asia/Tehran
  •  Ciwanê dengbêj, Mihemed Kî ye?

Mihemed di sala 2010’an de li gundê Xirbê Xelo yê navçeya Tatosê ku bavê wî lê meletî kiriye, ji dayik bûye.

Ji ber meletiya bavê Mihemedî, ew heta niha 7-8 gundan geriyaye û piraniya temenê xwe li medreseyên bi usûla kurdî derbas kiriye. ji bo xwendina medreseyê ji Agiriyê hatiye Tatosê û li bendê ye ku belgenameya xwe ya hafiztiyê bigire û têkiliya xwe ya bi kilamên dengbêjiyê xurt bike. Ew bi xwe dibêje “Ez guhdariya kilamên dengbêjiyê dikim. Ji dîrokê gelek hez dikim. Bi malbatî dengê me pir xweş e. Dengê min jî nîvê dengê bavê min e. Erê bavê min mele ye lê kilamên dengbêjiyê jî xweş dibêje. Kilama ku ez dibêjim min hem ji bavê xwe hem jî bi xalê Şakirê rehmetî guhdar kiriye.”

Mihmed dibêje ku Stranên  ku ez dibêjim bavê min digot. Min jî meraq kir jê pirs dikir. Bavê min dîrok û çîroka wan ji min re digot. Rojekê li sûka Tatosê dema min dîsa kilamê digot milet li ser serê min kom bû û min birin qehweyekê. Ji min xwestin ku ez ji wan re jî kilamê bibêjim. Piştî ku  min li vir kilam got dîmenên min parve kirin.

Mûhammed, got ku kilamên Şakiro xweşa wî diçin Niha tenê du stranên dengbêjiyê dizanim. Lê dixwazim gelek stranan ji ber bikim. Niha derfetên min nînin. Dema dibistan vebibe ez ê li dibistanê hewl bidim ku gelek kilaman ji ber bikim.”

 

 

Serepeyv