Îlon 18, 2023 16:17 Asia/Tehran
  • Komek stêrkên mezin ên cîhana futbolê gihîştin Îranê

Karwana El-Nesr a Erebistanê hevrê digel hejmarek ji stêrkên mezin ên cîhana futbolê re gihêşt Îranê.

Tîma futbolê ya Nesrê ya Erebistanê ku dê di hefteya yekem a Lîga qaremanan a Asyayê de li hemberî tîma futbolê ya Perspolîs a Îranê  bilîze, îro gihîşt Tehranê. Stêrkên wek Krîstiyano  Ronaldo, Sadiyo Mane, Aymerik Laport, Aleks Tis, Otavyo û Marselo Brozoviç di karwanê Al-Nesr a Erebistanê de ne.

Berpirsên  Perspolîsê  bo pêşewzaiya  ji El-Nesrê  çûn balefirgehê. 

Hejmarek berpirsên Balyozxaneya Erebistanê  li Îranê jî çûn werzişgehê.

Pêşbirka navbera tîma Perspolîs a Îranê û Nesr a Erebistanê sibê  sêşemê li yarîgeha Azadî ya Tehranê dê were lidarxistin.

 

منبع خبر

Serepeyv