Îlon 11, 2023 07:49 Asia/Tehran
  • Tîmên neteweyî yên Para-Tekvandoya mêran û jinan ên Îranê bûn qaremana Pêşbirkên Qaremaniya Asyayê

Tîmên neteweyî yên Para-Tekvandoya mêran û jinan ên Îranê di Pêşbirkên Qaremaniya Asyayê da li beyrûtê bûn qareman.

Dora heştem a pêşbirkên Para-Tekvandoya Qaremaniya Asyayê bi qaremaniya Tîmên neteweyî yên Para-Tekvandoya mêran û jinan ên Îranê bi dawî hat û çar tekvandokarên îranî di van pêşbirkan da wek tekvandokarên sereke hatin nasandin.

Dora heştem a pêşbirkên Para-Tekvandoya Qaremaniya Asyayê roja Yekşemiyê bi beşdariya 126 tekvandokaran bi mazûvaniya Libnanê li perava Nofel Nohad'ê ya bajarê Beyrûtê hat lidarxitin û tekvandokarên îranî di 2 komên mêran û jinan da 12 mîdalên rengorengo bi dest xistin.

Di dawiya van pêşbirkan da Tîma Jinan a Îranê bi bidestxistina 4 mîdalên zêr û du zîvan bû qareman.

Tîma mêran a Îranê jî bi wergirtina du zêr, sê zîv û bronzekê bû qaremana Asyayê.

Serepeyv