Şehmarana zarokatiya me
Şahmaran di zaroktiya me de wek nav, wek têgîn wek hêzekî payebilind mînakê pîrozî û serbilindiyê bû. Mezinên me li dora xwe zarok kom dikirin û dest bi çîrokên efsaneyî dikirin.
Di wan çîrokan de ewqas tiştên hêwilnok û bi hêcan hebûn ku, me xwe dixist bin lihêfa xwe û me serê xwe ji bin dernedixist. Me digot bila zû bibe sibe. Ji ber ku dema gelek çîrokan li şevê diqewimî, dema di guhdariyê de, hema yekî li paş me bigota “pix” me yê di bin xwe de bikira. Gelek dem û sal derbas bûn, paşê me ji xwe bi xwe dipirsî û digot, “gelo çima ew çîrokên wisa tirsnak ji me re vedigotin?” Helbet bersiva wê paşê em hînbûn, wek em niha çawa naxwazin zarokên me şevên reş û tarî serî hilnedin neçin çolistanan mezinên me jî heman disêwirandin. Helbet wateya wan çolistanan berfireh e, hin caran çemekî kûrü hin caran çiyayekî asê, hin caran ciyeyî dehl û deş, pir caran jî xerîbî bi xwe ye. Lê belê, vegotina efsaneya ti caran hizra me nedizvirande bi ber ve wargehên hêwilnak. Ji ber ku Şahmaran vegera li ser xwebûnê ye, em ji ciyên hêwilnak derbasî silametgehê dikirin. Wisa dikir ku, di cîhana giyanî a xwe de aşîtiyê pêkbînin.