Berxordarî mîdala zêrê yê tekwondoyê Parîsê bi dest xist
Îlon 03, 2023 07:51 Asia/Tehran
Qaremanê neteweyî yê tekwandoyê yê bin 80 kîlogramî yê Îranê bi işkestdana hevrikên xwe mîdala zêrê ya Parîsê bi dest xist.
Duh 2ê îlonê roja dudyê ya pêşbirkên xelata mezin a Parîsê ya sala 2023ê ya kêşên bin 68 û bin 80 kîlogremî yên mêran hat lidarxistin û tîma neteweyî ya Îranê 2 nûnerên xwe hebûn û Mêhran Berxordarî di pêşbirka faynalê ya bin 80 kîlogremê li hember Apos Tolosê ji Yewnanîstanê işkest da û mîdala zêrê ya vê pêşbirkê bi dest xist.
Di vê dewra pêşbirkê de, li tîma neteweyî ya Îranê, , Mehran Berxordarî û Mehdî Hac Mûseyî 2 medalên zêr, Ebolfezl Zendî mîdala zîv û Mobîna Nimatzade mîdala tûncê bi dest xistin.