Tebax 30, 2023 09:24 Asia/Tehran
  • Kurdên Sûdanê

Li Sûdanê eyaleteke mezin bi navê Kurdwan heye, ku ew bûye 3 parçe: Kurdwanê Bakur, Başûr û Rojavayê. Li ser vê yekê rewayetên cuda hene.

 

Li gor rewayetekê kurdekî bajarê Wanê hatiye vê deverê û li wir bi cih bûye û ji wê demê ve xelkê vê deverê  evder wek Kurdwan bi nav kirine.

Li gorî çîrokeke din, bazirganek î zêran tê herêmê û madeneke zêran peyda dike.

 Gelek karker li wir xebitîne. Karker dixwazin zêran parve bikin. Di navbera wan de şer diqewime. Bazirgan bêhiş dibe û  dikeve erdê. Di heman demê de karker bi erebî diqîrin: Kurdi Fanî, Kurdi Fanî. Yanî Kurd mir.

Li vê herêmê hê jî gundekî bi navê Kurdî heye. Navê gelek mêvanxane, dikan û bazaran hê jî bi kurdî ne.

Kurd li Sûdanê di rewşeke aborî ya baş de ne. Berê gul û nargilê difirotin. Bi navê Al Kordî jî kargeha sabûnê heye. Wisa dixuye ku kurdan cara yekem amûrên çandiniyê anîne Sûdanê.

Kurdên Sûdanê 2 sînemayên mezin çêkirine. Helbestvanên kurd jî li Sûdanê hene. Yek ji wan jî Ebdullah Hesen El Kurdî ye ku xwediyê pirtûkeke 900 rûpelî ye. Li cihekî got ku ew bi kurdbûna xwe serbilind e. Ji helbestên wî yên ku bi piranî pesnê Pêxemberê Îslamê dide.

 Ji helbestvanên kurd ên din em dikarin amajeyî Abdul Seîd El-Kurdî û Ebdulqadir Mihemed El-Kurdî bikin

 

Kurdên Sûdanê piranî  li rojhilatê Sûdanê û li herêmeke nêzî Deryaya Sor dijîn. Malbata herî mezin a Kurd li bajarokekî bi navê Qezerîfe yê Deryaya Sor dijî, malbata Hacî Elî El-Kurdî du klûbên werzişî û du sînema li bajêr ava kirine.

 

 

Serepeyv