Tebax 29, 2023 16:08 Asia/Tehran
  • Mîrzazade şanoya mûzîkal a Kurmancî li dar dixe

Şanoya mûzîkal bi jenyarî û dengê stranbêjê Xoresanî  Muhsin Mîrzazade dê were lidarxistin.

Stranbêj û hunermend Muhsin Mîrzazade derbarê xebatên xwe yên vê dawiyê de got: Ez klîpa strana Dîtmamê tomar dikim û bi komekê re di halê temrînkirinê de me ku em bikarbin şanoyeke  muzîkal li dar bixin.

Wî he wiha got: Ez bi xwe karê jenyarî û stranbêjiya  vê şanoyê dikim û di vê şanoyê de ezê çîroka resen a Kurdên Xoresanê bi aktorên pispor û çîrokên kevnar vebêjim.

Wî her wiha got: Renge ez di  meha Kanûnê de li salona Wehdetê bi kurmancî konsêrtekê li dar bixim.

 

Serepeyv