Tebax 21, 2023 20:05 Asia/Tehran
  • Kesên di erdhejê de sêwî man, bi ahengekê xemên xwe sivik dikin

Li nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê ji bo zarokên ku di erdheja 6ê Sibatê de sêwî mane ahangek hat lidarxistin.

 

Peymangeha Aryayê ya Muzîkê 25 zarokên sêwî fêrî jenîna muzîkê û 75 zarokên din jî fêrî şêwekariyê dike.

Peymangeha Aryayê ya Muzîkê piştî zêdetirî meh û nîvekê ji fêrkirinê, ji bo wan zarokan ahengek li dar xist.

Di ahengê de zarokên ku fêrî mûzîkê bûne muzîk jenî û hinek zarokan stranên Kurdî û Erebî gotin.

Zarokên ku fêrî şêwekariyê bûne jî tabloyên xwe nîşan dan.

Zarok bi fêrbûna wênexêziyê û nîşandana tabloyên xwe kêfxweş bûn.

Di gelek tabloyan de behsa êşa ziyandîtiyên erdhejê tê kirin.

Herwiha gelek kesayetiyên Efrînî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî ahengê bûn.

Serepeyv