Derhênerê Îranî, xelata baştirîn fîlmnameya belgefîlma Festîvala Tatênhamê wegirt
Ramîn Huseynpûr, Nivîskar û Derhênerê vîdyo arta îranî ya Sûretger xelata baştirîn fîlmnameya belgefîlma Festîvala xelatên fîlma paşayê Tatênhamê di meha tebaxê de wegirt.
Armanca mehrîcana Fîlman a paşayê Tatênhamê naskirin û bijartina mirovên xulikkar û jêhatî ye.
Ev festîval jibo dayîna xelatên xwe her du mehan carekê şeş berheman hildibijêre û di dawiya salê de li hemû bajarên Ewropayê nimayişan li dar dixe û berhem tên bijartin û xelatê dide kesê yekemîn ê festîvalê.
Vîdyo arta Sûretger bi nivîskarî, derhênerî û ahengsaziya Ramîn Hoseynpûr pêştir jî xelata baştirîn derhênerê Londonê û baştirîn vîdyoya telfîqî ya Festîvala Hunerê ya Berlînê wergirtibû.
Vîdyo arta îranî ya Sûretger di nav 50 berhemên bijartî yên vê malpera navdar a filman de di janra belgefîlman de cih girtiye.