Tebax 19, 2023 18:47 Asia/Tehran
  • Bawer deriyê 'Keleha Dûr' ji xwîneran re vekir

Li Enqereya payexta Tirkiyeyê, romana nû ya nivîskarê Kurd Bawer Rûken a bi navê Keleha Dûr hat belavkirin.

Romana Keleha Dûr ku berhema Bawer Rûken a şeşemîn û romana wî ya pêncemîn e, îsal li bajarê Enqereyê ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin. Ev roman ji 416 rûpelan pêk tê.

Bawer Rûken da zanîn ku her berhemeke wêjeyî anegorî şertên tê de, çi yên ku jiyana nivîskar a rojane dorpêç dikin û çi jî yên ku di hundirê nivîskar bi xwe de diqewimin, bi ruh û gewde dibe.
 

 

Serepeyv