Tebax 16, 2023 18:44 Asia/Tehran
  • Rapora NY'yê derbarê amara kuştiyên sivîl di cenga Ukraynê da

Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) roja Sêşemiyê ragihand,, ji destpêka şerê Ukraynê va 10 hezar sivîl hatine kuştin.

Li gorî rapora Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ji destpêka şerê Ukranê heta niha bi giştî 9 hezar û 444 sivîl li Ukraynê hatine kuştin û 16940 kes jî birîndar bûne.

Di rapora Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) da hatiye ku 500 sivîlên kuştî yên Ukraynê zarok bûne. Di rapora Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) hatiye tekezkirin, Reqema rastîn dibe ku gelekî zêdetir be, ji ber ku ev amar ji ber ku ji gellek navçeyê Ukraynê ti zanyariyek tine, tam nîne.

Ev di rewşekê da ye ku li navçeyên bin kontrola hêzên rûsî 2105 sivîln ukraynî hatine kuştin.

Di rapora Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) da her wiha amaje pê hatiye kirin ku li navçeyên weke Donêtsk û Lûhanskê li rojhilatê Ukraynê hejmara kuştiyên sivîl ji her du aliyan gellekî zêdetir ji Kiyêvê û navçeyên navendî û rojavayî ye.

Rapora Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) nîşan dide hejmara kuştiyên sivîl di mehên destpêkê zêdetir bûye. Di halekî da ku di bihar û havîna 2023an da mehê ji 170 heta 180 sivîlî canê xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye, Mijara endamtiya Ukraynê li NATO'yê ji hegerên girîng ên vê cengê bûye. Rûsya vê kiryarê ku rojavayîyan hertim ew han dane gefeke cidî dijî ewlehiya xwe ya neteweyî dizane. Di esasa da îsrara dewleta Ukraynê ya alîgirê Rojava ji bo endamtiya li NATO'yê ji hegerên sereke yên qewimîna cenga Ukraynê bûye.

Rûsyayê bi caran ev yek wek gefeke cidî dijî ewlehiya xwe ya neteweyî zaniye û di Kanûna 2021ê da bi raberkirina hin pêşniyazan bo NATO û Amerîkayê daxwaza rawestandina vê pêvajoyê û vegeriyana hêzên NATO'yê bo sînorên sala 1997an yanî beriya endamtiya welatên Ewropaya rojhilat û navendî li vê saziyê kiribû. Ev dawîn oltîmatoma Moskowê bo welatên rojavayî bû û bi sersarî û helwêsta êrîşkerane ya NATO û Amerîkayê zemîne ji bo êrîşa Rûsyayê ser Uklray6nê bona pêşîgirtin li senaryoyên welatên rojavayî di 24ê Sibata 2022an da hat dabînkirin.

Serepeyv