Tebax 09, 2023 17:12 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Volîbola Qaremanîya Cîhanê; Nûciwanên Îranê derbasî çaryeka dawî bûn

Tîma Volîbola Nûciwanan a Îranê bi serkeftina li hemberî Sirbistanê derbasî qonaxa çarîk fînalê ya Pêşbirkên Volîbola Qaremanîya Cîhanê bû.

Qonaxa çarîk fînalê ya Pêşbirkên Volîbola Qaremanîya Cîhanê a Nûciwabnên bin 19 salî duh bi heşt pêşbirkan li Sen Xuwana Arjantînê tê şopandin.

Tîma Volîbola Nûciwanan a Îranê ku qonaxa seretayî bi çar birin û 12 puenan di Koma sisêyan da bi dawî anî, duh jî li Salûna Aldo Kantonîyê çû pêşberî Sirbistanê.

Tîma Volîbola Nûciwanan a Îranê di vê pêşbirkê  da 3-2 ji hevrika xwe bir û derbasî qonaxa çarîk fînalê ya Pêşbirkên Volîbola Qaremanîya Cîhanê bû.

Di pêşbirka din a vê qonaxa Pêşbirkên Volîbola Qaremanîya Cîhanê da Beljîkayê 3-1 ji Slovêniyê bir û bû hevrika Îranê di qonaxa çarîk fînalê.

Tîma Volîbola Nûciwanan a Îranê saet 30ê berbanga Pêncşemiyê dê biçe pêşberî Beljîkayê.

 

Serepeyv