Meşala Lîstikên Olempîk û Para-Olempîka 2024an a Parîsê hat nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i342709-meşala_lîstikên_olempîk_û_para_olempîka_2024an_a_parîsê_hat_nimandin
Dîzayna Meşala Lîstikên Olempîk û Para-Olempîka 2024an a Parîsê hat nimandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2023 14:00 Asia/Tehran
  • Meşala Lîstikên Olempîk û Para-Olempîka 2024an a Parîsê hat nimandin

Dîzayna Meşala Lîstikên Olempîk û Para-Olempîka 2024an a Parîsê hat nimandin.

Salek mayî bi destpêbûna Lîstikên Olempîk û Para-Olempîka 2024an a Parîsê, îro dîzayna meşala vê rûdana werzîşê ya mezin li cîhanê hat nimandin.

Metiyo Lohanvêr bi îlhamgirtina ji sê sembolên sereke yên Olempîka Parîs-2024an anku "Beranberî, Av û Aştî" ev meşal dîzayn kiriye û di vî warî da gotiye: Dîzayna Meşala Olempîk û Para-Olempîkê şanaziyeke mezin ji bo dîzayneran e û şanseke wiha bi giştî tenê carekê di jiyanê da dibe para wan. Ev meşal sembolek ji hevgirtin û hevparbûnê ye û roleke wê ya girîng di lîstikan da heye. Bi hezaran kîlomitrî tê hilgirtin û mirov wê ji destê hevdu digirin û ji deryayê digihînin hişkahiyê.

Meşala Olempîk û Para-Olempîkê ya 2024an a Parîsê bi vê dîzaynê roja 8ê Gulana 2024an tê rakirin.