Tîrmeh 21, 2023 08:24 Asia/Tehran
  • Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê bû qaremana Asyayê

Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê bi 8 mîdfalan di pêşbirkên Guleşta Azad a Xortên Asyayê li Urdinê da bû qareman.

Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê di dawiya van pêşbirkan da bi bidestxistina 3 mîdalên zêr ji aliyê Elî Rezayî di 70 Kîlogram, Muhemed-Mobîn Ezîmî di 92 Kîlogram û Emîr-Elî Poladî di 125 kîlogram da, her wiha 5 mîdalên zîn ji aliyê Îbrahîm Xewarî di 57 Kîlogram, Îbrahîm Îlahî di 65 kîlogram, Husên Muhemed-Aqayî di 74 Kîlogram, Ferzad Sefî Cehan-Şahî di 79 Kîlogram û Emîr-Husên Elîzade di 86 Kîlogram da bû qareman.

Di rêzebendiya tîmî da, Tîma Guleşta Azad a Xortan a Îranê bi 191 puenan bû qareman û tîmên Hindê bi 180 û Qezaqistan bi 160 puenan bi rêzê bûn duyem  ûsêyem.

Pêşbirkên Guleşta Azad a Xortên Asyayê rojên Çarşemî û Pêncşemiyê li bajarê Emana Urdinê hatin lidarxistin.

 

Serepeyv