Tîrmeh 16, 2023 17:22 Asia/Tehran
  • Li  Wanê 44'emîn Komxebata Ferhenga Rastnivîsînê  li dar ket

Di bin banê Weqfa Mezopotamya de li Wanê 44'emîn Komxebata Ferhenga Rastnivîsînê û Varyantan li dar ket.

Weqfa Mezopotamyayê ku navenda wê li Amedê ye li ser ziman xebatê dike. Weqif, di bin banê xwe de ev bi salan e ligel hin zimanzanên kurd komxebatan li dar dixe ku komxebata dawî di navbera 11-14'ê vê mehê de li Wanê li dar ket.

Kesên wekî Zana Farqînî, Samî Tan, Mehmûd Lewendî, Mîkaîl Bilbil, Reşo Zîlan, Mistefa Aydogan, Omer Dilsoz, Bahoz Baran, Zilkuf Ergun û Tahirxan Aydin beşdarî vê komxebatê bûn.

Wekî komxebatên din di vê komxebatê de li ser gelek peyvan nîqaş çêbûn. Di vê komxebatê de piranî li ser rêbazan hin biryar hatin girtin. Piranî nîqaş ser peyva axiftin-axivînê hatin kirin. Yek ji varyantên li ser sekinîn jî peyva "nêz" bû ku li ser "nêzîk"ê li hev kirin. Ev nîqaşên ku têne kirin ji bo Ferhenga Rastnivîsê têne xebitandin. 

 

 

 

Serepeyv