Tîrmeh 09, 2023 16:35 Asia/Tehran
  • Jina îranî di Pêşbirkên Cîhanî yên Qayîqajotina di Avên Aram ên Xortan da rekoreke dîrokî tomar kir

Jina îranî di Pêşbirkên Cîhanî yên Qayîqajotina di Avên Aram ên Xortan li Îtalyayê da mîdala Bronz bi dest xist.

Hediye Xêrabadî jina îranî îro Yekşemî di Pêşbirkên Cîhanî yên Qayîqajotina di Avên Aram ên Xortên bin 23 salî li Aronzoya Îtalyayê mîdala bronz a Kanoya Takekesî ya 5000 Mitr bi dest xist.

Ev yekemîn mîdala jinên Îranê di Pêşbirkên Cîhanî yên Qayîqajotina di Avên Aram da ye.

Hediye Xêrabadî di Kanoya Takekesî ya 5000 Mitr a 23 sal da bi hevrikên xwe ji Ukrayn, Qezaqistan, Moldawî, Hungarya, Uzbekistan, Spanya, Amerîka, Kanada û Îtalyayê ra kete rikeberiyê û piştî werzîşkarên Qezaqistan û Moldawiyê bû sêyem û mîdala bronz bi dest xist.

 

Serepeyv