Tîrmeh 08, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Albert û Vîrcînya  hûnerên dest çêdikin û jîngehê diparêzin

Du hevserên xiristiyan li navçeya Diyana ya Hewlêrê, rojane paşmayên plastîk kom dikin û li malê bi dehan cûrên kelûpelên ciwan û hunerî jê çêdikirin. Herdu hevser dibêjin armanca wan ya serekî ji vî karî, parastina jîngeha navçeyê ye ku ji aliyê welatiyan ve tê qirêjkirin.

Albert Cibraîl Silêwe  Xiristiyan e û pîşeyê wî mamostetî ye, rojane bi hevsera xwe re li kolan û kuçeyên navçeya Diyana ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, paşmayên plastîk kom dikin û vedigerînin tiştên bedew, rengîn û hûnerî.

Albert Cibraîl û hevjîna xwe Vîrcînya Adonya di vî karî de, li rex çêkirina kelûpelên hûnerî û rengîn armanca wan yek jî jê parastina jîngehê  ku bi plastîkên ji nav kolanên navçeyê kom dikin û bi vî awayî jîngehê jî paqij dikin û gemarê diparêzin. Ew difikirin ku jîngeh ya her kesê ye û divê bi hev re biparêzîn. Ji bo vê jî dirûşmeyek ya wan heye heye dibêjin “Hilgire, ne avêje.”

Serepeyv