Hezîran 13, 2023 19:15 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê ya Nûciwanan bû qaremana Asyayê

Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê ya Nûciwanan bû qaremana berwext a Pêşbirkên Qaremaniya Asyayê.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Di dwiya pêşbirkên 7 giraniyên Guleşta Azad a Nûciwanan a Asyayê li Qirqîzistanê, Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê ya Nûciwanan bi rahêneriya Bêhnam Îhsanpûr 5 mîdalên zêr, zîvek û bronzek bi dest xistin û di sê giraniyên mayî jî muhtemel e ku sê mîdalên zêr bi dest bixe.

Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê ya Nûciwanan di dawiya pêşbirka 7 giraniyan da bi 160 puenan di serê xişteya rêzebendiyê da cih girtiye.

Piştî Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê ya Nûciwanan, tîmên Hind û Qezaqistanê jî di rêzên din da cih girtine.

 

Serepeyv