Pênc mîdalên rengreng bo tekwandokarên Îranê di pêşbirkên Grand Prixê
Hezîran 12, 2023 07:49 Asia/Tehran
Tekwandokarên Îranê bi bidestxistina 3 mîdalên zîv û 2 tûncan karê xwe li Grand Prix a Romê bi dawî anîn.
Pêşbirkên tekwandoya Grand Prixê ji roja îniyê ve li bajarê Roma Îtalyayê destpê bûn û êvara yekşemiyê bi dawî bûn.
Di roja dawiyê ya van pêşbirkan, di kêşa bin 49 kg ê ya jinan, Mobîna Nêmetzade di qonaxa berî faynalê, li himber Panîpak, strêrka tekwandoya Taylendê de cih girt û işkest xwar û nekarî derbasî qonaxa faynalê bibe.
Di kêşa bin 80 kg a mêran de , Mêhran Berxordarî di qonaxa faynalê de derket pêşberî Salih El-Şerabetiyê urdinî û di dawiyê de jî di hevrikiyeke zehmet de ku sê randan dewam kir, işkest xwar û mîdala zêvê wergirt.