Hezîran 02, 2023 18:17 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Mezin ên Rowîngê li Moskowê; Werzîşkarên îranî derbasî fînalê bûn

Di roja yekem a Pêşbirkên Mezin ên Rowîngê li Moskowê da endamên tîma Îranê derbasî fînala 3 çiqan bûn.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Pêşbirkên Mezin ên Rowîngê li Moskowê ji vê sibê va li Rûsyayê dest pê bûn û werzîşkarên îranî di 3 çiqan da çûn pêşberî hevrikên xwe û karîn derbasî fînalê bibin.

Nazenîn Mollayî, Emîr-Hisên Mehmûdpûr ş Zeyneb Norûzî sê werzîşkarên îranî yên beşdar di Pêşbirkên Mezin ên Rowîngê li Moskowê da ne ku îro di çiqên cûrbicûr da derbasî fînalê bûn.

Werzîşkarên Belarûs, Uzbekistan, Rûsya, Qezaqistan, Sirbistan, Ermenistan û Îranê beşdarî Pêşbirkên Mezin ên Rowîngê li Moskowê bûne.

 

Serepeyv