Hezîran 01, 2023 09:30 Asia/Tehran
  • Serkeftiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan xelatên xwe wergirtin

Li Qamişloyê li Kurdistana Sûriyê ahenga xelatkirina serkeftiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan birêve çû.

30 helbestvanên ciwan ji tevahiya herêmên kurdnişîn ên Sûriyê beşdarî Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan bibûn ku 3 helbestvanên ciwan xelat wergirtin û helbestvanekî jî xelata komîteya dadweriyê wergirt.

Helbestvan Ahîn Omer xelata yekem bidest xist û 500 dolar wergirt, helbestvan Dilyar Osê xelata duyem bidest xist û 300 dolar wergirt, helbestvan Xecê Îsa jî xelata sêyem bi dest xist û 200 dolar wergirt. Her wiha helbestvan Mehmûd Misto jî xelata komîteya dadweriyê bi dest xist û 100 dolar wergirt.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan girîngîpêdana zimanê Kurdî û pêşxistina wê ji xwe re wek armanc diyar kiriye.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan cara seyem e ku tê lidarxistin.

Serepeyv