May 27, 2023 09:30 Asia/Tehran
  • Ji 7 welatan lîstikvan beşdarî 2emîn Pêşbirka Navneteweyî ya Tenîsê bûn

Li Şirnexê 2emîn Pêşbirka Navneteweyî ya Tenîsê ji 7 welatan bi beşdariya 66 lîstikvanên tenîsê pêk hat. Pêşbirkê 5 rojan berdewam kir.

 Yekemên vê pêşbirkê jî lîstikvanên ji Tirkiyê ne. Lîstikvaneke Alman jî di pêşbirkê de bû duyemîn.

Li Şirnexê duyemîn Pêşbirka Tenîsê ya Cudî Cup ji 7 welatan bi beşdariya 66 lîstikvanên tenîsê bi dawî bû. Di nava 5 rojan de di navbera lîstikvanan de rikaberiyeke mezin pêk hat.

Di pêşbirkê de di qada keçan de Ayşe Bal û di qada kuran de jî Çagan Çetîn bûn yekemîn. Lîstikavana Alman jî bû duyemîn. Lîstikvanên serkeftî madalya û kupayên xwe bi merasimek ji destê burokratan wergirtin.

 

Serepeyv