May 19, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • AFC'yê bertek nîşanî qaremaniya Perspolîsê da

Hesaba Înstagramê ya Konfederasyona Fûtbola Asyayê (AFC) bi weşandina wêneyekê ji tîma Fûtbola Perspolîsê, bertek nîşanî qaremaniya vê tîmê di Sûperlîga Fûtbola Îranê da.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Tîma Perspolîsa Tehranê bi bidestxistina 66 puenan ji 30 pêşbirkan karî bibe qaremana dora 22an a Sûperlîga Fûtbola Îranê.

Ev cara 8an e ku Perspolîs dibe qaremana Sûperlîgê û cara 15an e ku dibe qaremana dorên cûrbicûr ên lîgê.

Hêjayî gotinê ye, Tîma Sipahanê ya Îsfehanê bi 65 puenan û Istiqlal jî bi 66 puenan bi rêzê bûn duyem û sêyem.

 

Serepeyv