Pirtûka 'Ferengîs' li Sarayevoyê hat nimandin
May 16, 2023 17:05 Asia/Tehran
Wergera bosniyayî ya pirtûka Ferengîs'ê bi hevkariya Şêwirdariya Çandî ya Îranê li Bosnî û Hersekê hat nimandin.
Li gorî rapora IRAN Press'ê, Ev pirtûk pêkhatî ji bîreweriyên Ferengîs Heyderpûr û wêrekiya wê di serdema ceng û Berevaniya Pîroz li navçeyên rojavayê Îranê ye û Mehnaz Fettahiyê ew nivîsiye.
Ev pirtûk ji aliyê Nermîn Hecîç va hatiye wergerandin û bi hewldana Encumena Dayîkên Şehîdên Serberînîtsayê va hatiye weşandin.
Nermîn Hecîç di vî warî da got ku armanca wê ji wergera pirtûka Ferengîs'ê handana xortên Bosnî û Hersekê ji bo çalakiya di vî warî da ye.