May 14, 2023 18:52 Asia/Tehran
  • Tîma Sabre ya Îranê derbasî nîvfînala Kupa Cîhanî ya Şûrbaziyê bû

Tîma Neteweyî ya Sabre ya Îranê di pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Şûrbaziyê li Madrîdê da derbasî nîvfînalê bû.

Li gorî rapora IRNA'yê, Tîma Neteweyî ya Sabre ya Îranê di pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Şûrbaziyê da ji tîmên Şîlî, Kanada û Gurcistanê bir û derbasî nîvfînal bû.

Tîma Îranê di pêşbirka xwe ya din da dê biçe pêşberî tîma Amerîkayê.

Eger tîma Îranê ji Amerîkayê bibe, mîdala tîmî ya sabrîstên Îranê dê tekûz bibe.

 

Serepeyv