May 13, 2023 06:02 Asia/Tehran
  • Humermend Şêrkan Serfiraz klîpek li ser erdheja Cindirêsê belav kir

Hunermend Şêrkan Serfiraz ê xelkê Efrînê ye, bi stranekê hevxemî û hevsoziya xwe ligel kesûkarên xwe yên Efrînê derbirî. Berhema wî ya nû bi navê Erdheje ye.

Hunermend û dahênerên Kurd li diyasporayê, bi awayên cuda hevxemî û hevsoziya xwe ligel kesûkarên xwe yên Efrînê derdibirrin.

Di klîpeke nû de, bi navnîşana “Erdhej”, dengbêj, mûzîkjen û hunermend Şêrkan Serfiraz, ku xelkê Efrînê ye, li Swîsrayê dijî, dixwaze bi şêwazekî hunerî yê ciwan û balkêş, rengvedana êş û azarên xelkên Efrînê veguhêze.

Hunermend û mûzîkjenê ji Efîrnê Şêrkan Serfiraz got: “Em îro, bi rastî bi karekî nû radibin, klîpeke nû, stiraneke nû, mijara stiranê li ser vê felaket û karesata ku hatiye serê kurdên me, di erdhejê de, felaketeke gelekî mezin bû, hate serê cimaeta me. Îro em vê stiranê çê dikin ji bo vê karesatê. Stiran jî bi navê Erhej e.”

 

 

Serepeyv