Ihtimala îbtalbûna pêşbirkên Lîga Qaremanan li Tirkiyê
Ihtimala pêkhatina kêşeyên ji ber hilbijartinê li Tirkiyê, ihtimala îbtalbûna mazûvaniya Lîga Qaremanan a vî welatî zêde kiriye.
Pilana hilbijartina serokomartiya Tirkiyê û herwiha hilbijartina parlimanî ya vî welatî, ji bo 14`ê meha Gulanê hatiye darêştin. Hin partî, sextekarî û pêkhatina kêşeyên ji ber hilbijartinê muhtemel dizanin.
Li gorî rapora belavoka îngilîsî ya Dêylî Mêylê, Yekîtiya Fûtbola Ewrûpayê, dil heye ku werzişgeha mazûvana lîstika fînalê ya Lîga Qaremanên Ewrûpayê di sala 2023`an da biguherîne.
Anegorî vê raporê, Yekîtiya ewrûpayê di halê hilkolandina veguhestina lîstika fînalê ji Stenbolê bo Lîsbona Porteqalê ye.
Yûfayê xwesteka xwe ya ji bo mazûvaniya van pêşbirkan, raberî Federasyona Portoqalê kiriye û eger ku were pejirandin, werzişgeha Dalûz, wê wekî salên 2014 û 2020`an bibe mazûvana van pêşbirkan.