May 12, 2023 17:39 Asia/Tehran
  • Kapa Kûpaya Cîhanî ya 2023`an a Beskêtbolê li Meydana Azadî ya Têhranê hate nimandin

Tûrkapa qaremaniya Kûpaya Cîhanî ya 2023`an a beskêtbolê li Îranê û ji Meydana Azadiyê ya Têhranê ve destpê bû.

Kapa Kûpaya Cîhanî ya 2023`an a Beskêtbolê, ji welatên ku îzna beşdariya di vê kûpayê da wergirtine, tê veguhestin ku hema di vê çarçoveyê da kapa Kûpaya Cîhanî ya Beskêtbolê duh pêncşemiyê ji aliyê nûnerê FIPA`yê ve derbasî Îranê bû.

Tûrkapa Kûpaya Cîhanî ji meydana Azadî ya Têhranê ve destpê bû û ev kapa li rex vê meydanê hate nimandin.

Biryar e îro ev kapa di çend cihên din ên Têhranê jî were nimandin.

Tîma Netewî ya Beskêtbola Îranê di koma 7`an a Kûpaya Cîhanî da bi Spanya, Birazîl û Sahila Acê re di komekê da ye.

Serepeyv