May 12, 2023 14:22 Asia/Tehran
  • Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li benda berheman

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê dikin. Komîteya amadekar a mîhrîcanê şert û mercên beşdarbûna pêşbirka mîhrîcanê ragihandin.

Mîhrîcan li ser asta hemî deverên kurdnişîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Pêşbirka mîhrîcanê tenê li ser helbestan e; her beşdarek dikare bi berhemekê beşdar bibe, temenê beşdaran divê ne kêmî 18`an be û berhem bi zimanên kurdî, erebî û suryanî bin. Her wiha divê berhem li tu deran nehatibin weşandin. Yên bixwazin berhemên xwe bişînin divê heta 1'ê îlona/rezbera 2023’yan bişînin ber destên amadekaran.

Temaya pêşbirka 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ‘Helbestvan û Nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî’ ye.

 

Serepeyv