May 09, 2023 15:32 Asia/Tehran
  • Lionel Messi û Tîma Neteweyî ya Fûtbolê ya Arjantînê wek baştirînên sala 2023an hatin bijartin

Tîma Neteweyî ya Fûtbolê ya Arjantînê hevrê digel Lionel Messi kaptanê vê tîmê xelata baştirînên sala 2023an li cîhanê (Laureus) ji xwe ra terxan kirin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Di rêûrisma îsal a pêşkêşkirina xelatên Laureus'ê da, Lionel Messi xelata werzîşkarê herî baş ê sala 2023an bi dest xist.

Her wiha Tîma Neteweyî ya Fûtbolê ya Arjantînê jî wek tîma herî baş a sala 2023an hat bijartin.

Di dewamê da Shelly-Ann qehremana camaîkayî yê Beza 100 Mitr a Cîhanê wek baştirîn werzîşkara jin di sala 2023an da hat bijartin.

Her wiha Carlos Alcaraz tenîsorê spanyayî jî xelata baştirîn destkefta werzîşê di sala 2023an da bi dest xist.

Serepeyv