May 06, 2023 18:28 Asia/Tehran
  • Xelata Ehmedê Xanî dan Celîlê Celîl û Eskerê Boyik

Civaka Kurd Li Almanya nivîskar Celîlê Celîl û Eskerê Boyik bi Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî 2023’yê xelat kirin. Hunermend Nîzamettîn Arîç jî bi stranên xwe reng û coş da şevê.

Ji bo xelatdayînê li Şaredariya Bajarê Giessen a Almanyayê merasimek li dar ket. Merasima ku moderatoriya wê Hêja Netirk kir de gelek mêvan amade bûn.

Merasim bi stranên hunermend Nîzamettîn Arîç dest pê kir. Pêşî Cîgirê Serokê Kurdische Gemeinde Deutschland - Civaka Kurd Li Almanya (KGD) Mehmet Tanriverdi axaftina xêrhatinê li mêvanan kir û dûre Şaredarê Bajarê Mezin ê Giessen Frank axivî û got: “Ez kêfxweş im ku ev merasim li salona şaredariya Giessenê çêdibe û ev yek rûmetek e ji bo bajarê me."

Serepeyv