May 05, 2023 05:50 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlmên Karkeran li benda temaşevanên xwe ye

18'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran îsal di navbera 1-7'ê mehê de li dar dikeve. Festîvala îsal li Stenbol û Hatayê li dar dikeve.

 Hat ragihandin bi riya online jî yên bixwazin dikarin li fîlman temaşe bikin. Temaşekirina fîlman bê pere ye.

Di beşa Stenbolê de li çar cîhan fîlm têne nîşandayîn: Li Kadikoy li sê cihan, Sînematek, Tasarim Atolyesî û Nazim Hikmet Kultur Merkezî. Û li Beyoglu jî li Navenda Çanda Fransiz fîlm têne nîşandayîn.

Îsal ji Tirkiyeyê 58 fîlm, ji derveyî Tirkiyeyê jî 25 fîlm hene ku bi giştî 83 fîlm derdikevin pêşberî temaşevanan. Fîlmên li ser ked, bajar, hawir, koç, mafên mirovan û tenduristî di nav festîvalê de cihê xwe girtine.

Di festîvalê de gelek fîlmên derhênerên kurd jî hene. Ji van derhêner Kazim Oz bi fîlmê xwe "Bir Kar Tanesinin Omru" li festîvalê ye. Aram Dildar bi "Navnîşan", Yilmaz Ozdil bi "Aforoz", Zinar Karabaş bi "Dengê Kilîtan"li festîvalê ye.

Serepeyv