May 04, 2023 17:06 Asia/Tehran
  • Hevhatina Lionel Messi û El-Hilalê hat piştrastkirin / 800 miliyon Euro bo 2 salan?

Rûpela Menber El-Hilal li twitterê di twîtekê da lihevkirina Lionel Messi û El-Hilalê piştarst kir û ragihand ku vê klûbê hemî şertên vî fûtbolîstê binavûdeng qebûl kirine.

Wer xuya dike ku mijara hatina Lionel Messi bo El-Hilalê tam cidî ye û ev lîstikvan piştî veqetiyana ji Paris Saint-Germain'ê, dê berê xwe bide Lîga Erebistanê.

Hesaba Menber El-Hilal li twitter'ê ku taybetî nûçeyên vê klûba erebistanî ye ragihand ku Klûba El-Hilalê di hemî beş û pêvekan da bi Lionel Messi ra li hev kirine û ev fûtbolîstên arjantînî dê berê xwe bide vê tîmê.

Serdana vê dawiyê ya Mêsî bo Erebistanê, gotegotên li ser tevlêbûna wî li El-Hilalê cidîtir kirin.

Li gorî nûçeyan, Klûba El-Hilalê hazir e bi girêbesteke dusalî û ji bo her sal 400 miliyon Euro bide Mêdî û bi vî awayî ew ê kirrîna herî zêde ya dîrokê be.

 

Serepeyv