May 02, 2023 15:54 Asia/Tehran
  • Jina îranî mîdala zêr a pêşbirkên Zend-tewandinê ya Asyayê bi dest xist

Roya Mehbûdî bo cara yekem mîdala zêr a pêşbirkên Zend-tewandinê ya rêza mezinan li Asyayê bi dest xist.

Roya Mehbûdî ku di rojên derbasbûyî da mîdala zêr a beşa Pêşengan (Mestir Yek) a pêşbirkên Zend-tewandinê ya Asya-2023an bi dest xistibû, îro di giraniya 90 Kîlogremî ya rêza mezinan da jî çû pêşberî hevrika xwe.

Vê şêrejina îranî ji hevrikên xwe yên bihêz û navdar bir û mîdala zêr a Asyayê di beşa mezinan da (destê çepê) jî bi dest xist û bi vî awayî rekor ser navê xwe tomar kir.

Ev cara yekem bû ku Îranê di beşa jinan da mîdala zêr a rêza temenî ya mezinan a Asyayê bi dest xist.

Dora 21ê ya pêşbirkên Zend-tewandinê ya qaremaniya Asyayê-2023an ku ji roja Duşemiyê va dest pê bûye, dê heta roja Çarşemiyê bi beşdariya werzîşkarên Îranê li bajarê Ecmanê ya Imaratê were domandin.

 

Serepeyv