Nîsan 30, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Kurtefîlma îranî li Festîvala Navneteweyî ya Kurtefîlman a Palm Springsê hat wergirtin

Kurtefîlma îranî ya "Şeytanok" (Helezûn) li Festîvala Navneteweyî ya Kurtefîlman a Palm Springsê li Kalîforniyaya Amerîkayê hat wergirtin.

Kurtefîlma îranî ya "Şeytanok" bi derhênerî û amaekirina Emîrreza Elî-Muhemedî ku li Festîvala Navneteweyî ya Kurtefîlman a Palm Springsê hatiye wergirtin, duyemîn hebûna xwe li festîvaleke piştrastkirî ji aliyê Akademiya Oskar va tecrube dike.

Di kurteya çîroka vê fîlmê da hatiye: "Dayîkek ji bo pêkhatina xewn û xeyalên zarokê xwe hewl dide, lê ti sêwirîneke wê ji cîhana zarok tineye."

Festîvala Navneteweyî ya Kurtefîlman a Palm Springsê ji rûdanên herî girîng ên cîhana kurtefîlman û festîvala herî mezin li Amerîkayê ye ku ji aliyê Akademiya Oskar, BAFTA û Goya (Goya Awards) va tê piştrastkirin û her sal ji nav bijartiyên xwe hin fîlman ji bo beşa Kurtefîlman a Xelatên Akademiya Oskar dide nasandin.

Serepeyv