Nîsan 29, 2023 17:19 Asia/Tehran
  • Pirtûkek li ser giyayên dermanî

Pirtûka “Ji Dermanxaneya Siruştê Zerzewatên Şîfadar” ku Xalidê Hekkarî ji bo Nûbiharê amade kiriye bi awayeke rengîn û bi wêne di sala 2012'an de hatiye çapkirin. Di pirtûkê de devdorê 50 nebatên şîfadar bi resmê xwe û wezîfeyên xwe yê ji bo şîfaya mirovan hatiye rawekirin. 

Nebat li kêleka navê xwe yê kurdî navê Latînî jî hatiye nivisandin. Her wiha dîroka nebat û li ku derê tê çandin jî hatiye zelalkirin; derbarê fêdeyên wî û gotinên pisporan jî di bin beşa nebatan de hatiye rêzkirin. 

Xalidê Hekkarî di pêşgotina pirtûkê de diyar dike ku xebatên li ser mijara nebatan rehê xwe berdide heta dîroka mirovahiyê û ev xebat di roja me de şiklê zanistê girtî ye. Ji ber vê jî li ser nebatan bi deh hezaran lêkolîn hatine kirin. Hekkarî li ser taybetiya xebata xwe wiha dibêje: “Pirtûka di destê we de, li ser bingeha xebata wan camêran hatiye avakirin û encama xebatên wan camêran nîşan dide. Min xebatê wan a hêja û pîroz beryek û seryek kir û wergerand zimanê me. Ji dervayî wergerandinê û navên wan ê kurdî/kurmancî hema bêje min tiştekî li xebata wan zêde nekiriye.”

Serepeyv