Tîma neteweyî ya Koraşa mêran a Îranê li Asiyayê derket pileya dudyan
Tîma neteweyî ya Koraşa mêran a Îranê, du mîdalên zêr û 2 mîdalên zîv wergirtin û derket pileya dudyan a cîhanê.
12 emîn dewra pêşbirkên Koraşa qaremaniya Asiyayê ku ji duh ve bi mazûvaniya bajarê Hangjoyê yê Çînê destpê bibû, îro jî dewam kir û bi nasandina lîstikvanên herîbaş bi dawî hat ku di encamê de tîma neteweyî ya mêran û jinan a Koraşa Îranê karî ku 8 mîdalan ji wan 2 zêr, 4 zîv û 2 tûncan bi dest bixe.
Di beşa xatûnan de jî, tîma Îranê 2 mîdalên zîv û 2 mîdalên tûnc bi dest xist.
Tîma Îranê bi bi destxistina 5 mîdalên zêr û zîvekê piştî Uzbekistanê derket pileya dudyan.
Di beşa Mêran de Muhemed Muhemedî Bêrîmanlû û Îlyas Pakdil mîdalên zêrê wergirtin.
Fatime Bermekî û Tahire Azerpêywend di herikiyên beşa jina û her wiha Sadiq Dereng û Mecîd Wehîd Berîmallû di beşa mêran de mîdalên tûnc wergirtin.
Mêlîka Omîdwend û Dunya Aqayî jî mîdala tûnc bi dest xistin.
Sibê jî dê pêşbirkên lîga cîhanî ya Koraşê destpê bibin û werzikarên Îranêyê di 7 kêşan de hevrikiyê bikin.